Serokwezîrê Yûnanistanê bo K24: Niha dema alîkarîkirina Tirkiye û Sûriyê ye

Kiriakos Miçotakis ragihand, tevî nakokiyên wan ên siyasî yên ligel Tirkiyê, alîkariyên wan ên ji bo qurbaniyên Tirkiyê dê berdewam bibin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis ragihand, tevî nakokiyên wan ên siyasî yên ligel Tirkiyê, alîkariyên wan ên ji bo qurbaniyên Tirkiyê dê berdewam bibin.

Kiriakos Miçotakis di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan, li ser pirsa Kurdistan24ê ragihand: “Yûnanistan yekem welat bû ku tîma rizgarkirinê şande Tirkiyê û çendîn kes ji bin kavilan rizgar kirin, me tîma duyem jî şandiye, me pênc balafirên alîkariyên mirovî jî şandin.”

Miçotakis diyar kir: “Erkê me ye ku em alîkariya welatên cîran bikin. Niha dema wê yekê ye ku em cudahiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û destê alîkariyê ji xelkê Tirkiye û Sûriyê re dirêj bikin, ku ji ber karesatê dinalin.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez nikarim peyameke bihêztir ji bo pêwendiyên navbera welatên me bibînim ku tîmên rizgarkirinê yên Yûnanistanê mil bi milê tîmên Tirk hewl didin ji bo rizgarkirina jiyana zarokekî Tirk. Me gelek caran gotiye, xelkê Yûnanistan û Tirkiyê dost in û me di vê rewşa niha de ev yek îsbat kiriye.”