Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubay pêşwazî li ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemed Elbidêwî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubay pêşwazî li ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemed Elbidêwî kir.

Îro Sêşemê 14ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubay, ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemed Elbidêwî civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Casim Mihemed Elbidêwî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên Kendavê kir.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê, Herêma Kurdistanê vexwende ji bo beşdarbûna di civîna Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê û daxwaza welatên Kendavê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, cardin anî ziman.