Sînorî Tirkiye û Ermenistanê piştî 35 salan hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Deriyê sînorî yê di navbera Tirkiye û Ermenistanê de piştî 35 salan ji bo gihandina alîkariyên erdhejê hate vekirin.
Alîkariyên bo ziyanlêketiyên erdhejê ku li Ermenistanê hatine komkirin, bi rêya deriyê Alîcan yê li bajarê Îdirê hate vekirin. Her wiha tîmên rizgarkirinê yên Ermenistanê jî li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê dest bi rizgarkirinê kirin û karîn çend kesan bi zindî rizgar bikin.
Her wiha Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ji bo gihandina hevxemiya xwe serdana Tirkiyeyê kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, vekirina deriyê sînorî bo başkirina pêwendiyên aliyan, pêngaveke baş e.