Li deverên erdhejê metirsiya belavbûna nexweşiyan heye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên ku bûne sedema wêranî û kavilbûneke mezin, li pey xwe di warê tenduristiyê de jî karesatên mezin tîne.

Hewlêr (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên ku bûne sedema wêranî û kavilbûneke mezin, li pey xwe di warê tenduristiyê de jî karesatên mezin tîne. Rêxistinên tendirustiyê û bijîşkên li qadên erdhejê lêkolînan dikin û dibêjin eger demildest bergirî neyên wergirtin felaketeke mezin di warê tenduristiyê de jî dê xwe bide der.

Li deh bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên ku di 6ê Sibatê de rû dane bûne sedema qurbaniya bi dehhezaran kesî û bi sedhezaran kes jî birîndar bûne. Herwiha tevî ku bi dehan roj in kar û xebatên tîmên rizgarkirinê didomîn jî hêj di bin kavilan de cenazeyên welatiyan tên derxistin. Li gel vê yekê nebûna nexweşxaneyên seyar û têkçûna binesaziya wan bajaran tirsa belavbûna nexweşiyan jî zêde dike.

Bijîşkên ku li deverên erhejê dixebitin û lêkolînan dikin hişyariyan didin û dibiêjin eger demildest bergiriyên pêwîst neyên wergirtin karesateke mezin di warê tenduristiyê de jî li ber derî ye.

Serokê Duyem Yê Yekitiya Bijîşkên Tirk Dr. Alî Îhsan Okten ji K24ê re ragihand: “Li pêşiya me êdî egera zêdebûna nexweşiyên berbelav hene. Ji ber ku li qadên erdhejê ava paqij, avdestxaneyên paqij nîne. Herwiha deverên erdhejê niha bûne zibilgeh û di rakirina kavilan de jî toz û dûman gelek zêde ye. Eger demildest mask, dezenfektan û amûrên paqijiyê negihêjin qadê erdhejê nexweşiyên berbelav û pençeşêra cegerê dê xwe bide der.

Sendîkaya Karmendê Tendûristiyê (SES) jî ku tevahiya deverên erdhejê niha tîmên tenduristiyê bicih kirine dibêjin hemû nexweşxaneyên li qadên erdhejê zirar dîtine û ji niha we nîşaneyên çendîn nexweşiyan xwe dane der.

Sekreterê Giştî yê Komeleya SESç Mehmet Siddik Akin ji K24ê re eşkere kir: “Li Hatay, Semsûr, Mereş, Meletî û navçeyên van bajaran nexweşxane û navendên tenduristiyê hilweşiyane an jî zirar dîtine. Li gorî tîmên me yên li qadê niha nîşaneyên nexweşiyên gurî, tifo û îshalê xwe dane der. Herwiha li qadê vîrusa koronayê jî belav dibe. Eger di warê tendirustiyê de bergirî neyên wergirtin felaketeke ku bi qasî erdhejê mezin di warê tendirustiyê de li benda me ye.”

Di erdhejan de ku navenda wan bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê ye, heta niha 38 hezaran zêdetir welatiyan canê xwe ji dest dane û li gorî daneyên Yekitiya Bijîşkên Tirk jî 93 bijîşk jî di van erdhejan de bûne qurbanî û li deverên erdhejê li gel nebûna navendê tenduristiyê kêmasiya bijîşkan jî heye. Ber vê çendê rêxistinên tenduristiyê amaje dikin bergirî neyên wergirtin felaketeke din jî dê xwe bide der.