Şêniyên Semsûrê piştî erdhejê hewla vegera jiyanê didin

Li gund û navçeyên ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê welatî piştî êş û azarên erdhejê hewla rabûna ser xwe didin.
Navçeya Bala ya ser bi parêzgeha Semsûrê
Navçeya Bala ya ser bi parêzgeha Semsûrê

Semsûr (K24) - Li gund û navçeyên ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê welatî piştî êş û azarên erdhejê hewla rabûna ser xwe didin. Li navçeya Bala ya ser bi Semsûrê jî, piştî erdhejê hewlên destpêkeke nû tê dayîn.

Navçeya Bala ango Yaylakonak a ser bi Semsûrê ve, bandorên giran ji erdhejê dîtiye û şêniyên navçeyê, bi derfetên xwe û alîkariyên tên kirin, hewla jiyaneke nû didin.

Serokê Şaredariya Navçeya Balayê Abûzer Aydin ji K24ê re ragihand: “Em hewl didin xelkê xwe tevî şaredariyê, kesên xwebexş û saziyên pêwendîdar, destê xwe bidin hev û devera xwe ava bikin. Ev afeteke sirûştî ye, em hewl didin li ser piya bisekinin û alîkariya hev bikin.”

Şêniyên qezayê jî balê dikşînin ku li qezaya wan şertên jiyanê gelek giran in û pêwistiya wan bi piştgiriyan heye ku birînên xwe rapêçin û ji nû ve jiyana xwe saz bikin.

Welatiyekî bi navê Alî Tutuş ji K24ê re diyar kir: “Welat wek mirovahî hemû destê xwe dirêjî me kir, Xwedê ji hemûyan razî be. Em di rewşeke perîşan de ne, hewcedariya me bi çadir û konteyneran hene.”

Wek bajarê Semsûrê gund û navçeyên wê jî, vê erdhejê bandorên gelek giran li welatiyan kiriye, ku heta 10 rojan ji erdhejê, alîkarî negihiştiye navçeyê û di encamê de 72 kesan canê xwe ji dest dane.