Bijîşka Kurd ji Swêdê hat hawara birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê

Bijîşkeke Kurd a 60 salî ji bo dermankirina birîndarên erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mal û zarokê xwe li Swêdê dihêle û wek xwebexş diçe hawara birîndarên erdhejê.
kurdistan24.net

Dîlok (K24) - Bijîşkeke Kurd a 60 salî ji bo dermankirina birîndarên erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mal û zarokê xwe li Swêdê dihêle û wek xwebexş diçe hawara birîndarên erdhejê. Hewla dermankirina birînên kûr bi destê bijîşka Duhokî bo xelkê herêmê jî dibe hêviyeke geş.

Mal û zarokên xwe li Swêdê hişt û ji rêyeke dûr û dirêj wek xwebexş hat hawara birîndaran a li herêma erdheja li Îslahiye ya Dîlokê rû daye.

Doktor Sara Doskî ya 60 salî ku ji Duhokê ye, di keşûhewaya sar û di bin şertên zehmet de birîna kesên di erdhejê de birîndar bûne derman dike, hewl dide xwe bigihîne her kesek ku pêwistiya wê bi dermankirina bijîşkî heye.

Dr. Sara Doskî ji K24ê re ragihand: “Em diçin li nav xelkê digerin, birîndarek hebe derman dikin, li nav konan nexweşan dibînin û alîkariya wan dikin. Dema ez rewşa xerab a xelkê dibînim zehmetiyan ji bîr dikim. Çawa dilê min ji bo zarokê min disoje divê bo zarokên xelkê jî bisoje. Ne bes dinya bo min xwe divê. Ez hez dikim ku şev û roj kar bikim li vê derê.”

Doktor Doskî, dermankirina her birîna mexdûrek wek dermankirina zarokê xwe dibîne, carna jî bi dîtina birînên kûr, xem û giriyên wê jî li hev dicivin.

Sara Doskî diyar kir: “Min 4 cenaze dîtin, li ber avahiyeke kavilbûyî min jinikek dît û min jê pirsî: Tu çi dikî li vir? Wê got: Ez li bendê me ku zarokên min saxî werin rizgarkirin. Min xwe negirt û em tev da giriyan. Min keçikek 8 salî dît ku gelek digiriya û paşê got: Dê û bav malbata wê tev di bin xaniyê wêranbûyî de mabûn min ew girt ser sînga xwe û ez pir pê êşiyam.”

Birîn çiqas kûr be jî hewla dermankirina bijîşka Kurd hêviya xelkê Îslahiyeyê jî zêdetir dike.

Niştecihê Îslahiyeyê Mehmet Saçar ji K24ê re diyar kir: “Xizmet û alîkariya xelkê birîndar dikin, birîna mirovan derman dikin. Xwedê ji wan hemûyan razî be.”

Bijîşka Duhokî ku dema êrîşa DAIŞê jî çûbû hawara xelkê Şingalê bi mehan li çiyayê Şingalê birîndaran derman kiribû, dide zanîn piştî Îslahiyeyê bo alîkariya bijişkî dê biçe Efrînê.