Sûdanî û Blinken pêwendiyên dualî yên Bexda û Washingtonê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya. Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê jî ragihand, Blinken piştgiriya welatê xwe ji bo kabîneya Sûdanê dubare kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro 18ê Sibata 2023an belav kir, di perawîza Lûtkeya Munchen a Almanyayê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken kir.

Diyar kir, di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Washingtonê de û awayên pêşvebirin û bihêzkirina wan li ser ast û warên cuda hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Sûdanê daxwaza Iraqê ji bo hevkarîkirina zêdetir ligel Amerîkayê di şerê li dijî terorê de nîşan da, di çarçoveya rahênan, rawêjkarî û pevguhertina agahiyan li gel hêzên ewlekarî yên Îraqê, ji bo parastina serwerî û serxwebûna Îraqê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê planên hikûmeta Iraqê yên ji bo encamdana çaksazî, geşepêdanê û danana sektora enerjiyê bilind nirxand. Her wiha got: "Amerîka rola Iraqê di sepandina aramiyê de bilind dinirxîne û piştgiriya xwe ji karê hikûmeta niha re dubare dike.”