Dêr û mizgeftên dîrokî yên li Semsûrê jî ji ber erdhejê bûne xirave

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di erdheja ku li ser 11 bajêrên Bakurê Kurdistanê bandor kiribû de, li bajarê Semsûrê, bermayî û avahiyên dîrokî jî, zirar û ziyanên mezin dîtine. Di nav wan şûnwaran de, Mizgefta Mezin a Semsûrê û Dêra Suryaniyan jî heye.

Di erdhejên ku li bajêrên bakûr û Tirkiyê li pişthev rûda û bû sedem ku bi deh hezaran welatî canê xwe ji dest bidin û bi sed hazaran jî birîndar û aware bibin de, avahiyên dîrokî jî bandor dîtin û gelek ji wan kavil bûn. Yek ji wan avahiyan Dêra Suryanî ya Mor Petrus û Mor Paulus e ku beşeke wê herifiye û gelek ciyên wê jihev de ketiye.

Metopolîtê Semsûr û Bajêrên Derdor yê Dêra Suryaniyanan li Semsûrê Mor Girîgoryan Melkî Urek ji K24ê re got: “Erjeheke mezin û bibandor bi ser me de hat û hem me, hem jî derdorên me jê bandorên diltezîn dîtin. Ji cemaat û xizmên me jî gelek kes di bin de man. Bi vê mebestê, ez sersaxî, ji bajêrên ku li Tirkiyê biberketin re û xizmên cangorîyan re dixwazim. Sersaxiyeke mezin jî ji bo Sûriyê dixwazim ku gelek tiştên xwe di şer de winda kiribûn û yên mayî jî di vê erdhejê de jidest dan. Dixwazim destxweşî û sipasî ji bo her kes û aliyên ku di vê pêvajoyê de, piştgirî û alîkarî kirine re jî bikim. Ev dêra me, di sala 1883’an de, li ciyê Dêra Dayîka Meryem hatiye çêkirin ku ew dêr hêj mezintir bûye û ew jî wê demê di erdhejê de rûxiya ye. Ev dêra hanê biçûktir çêkirine û ji 13 salan zêtirbû saxlem bû. Lê di vê erdhejê de dêra me gelek zirar dît.”

Mizgefta Mezin a Semsûrê ku ji 500 zêdetir sal berê hatibû çêkirin jî, piştî vê bûmelerzê tenê du dîwarên wê li piya mane.

Dîroknas û ivîskar Mustafa Coşkûn dibêje: “Mizgefta Mezin a Semsûrê di 1515’an d, ji aliyê Evdilqadir Beg ve hatiye çêkirin. Vê Mizgeftê heta 19800’an di çendî nûjenkirinan de derbas buye û herî dawî jî di serdema Komara Tirkiyê de hatiye restore kirin. Lê niha wek xiyaye, vê carê xirab bûye. Mînarê wê nemaye û ew bixwe jî kavil buye. Di rastî de, gişt avahiyên dîrokî di vê bumelerzê de, xirab bûne.”

Erdheja ku li Semsûrê encamên giran jê peyda bûn, ciyên dîrokî jî jê para xwe girtine.