Biden bi serdanekê gihîşte Kîevê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden bi serdaneke nişkavayî gihîşte paytexta Ukrayna Kîevê, di yekemîn salvegera destpêkirina şerê li Ukraynayê de.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Ukraynayê Volidimir Zelensky li Kievê serdana “dîwarê bîranînê yê şehîdên şer li meydana Saint Michael kir.

Zelensky ji Biden re got: “Hûn bi xêr hatin Kîevê. Serdana we ji bo hemû Ukrayniyan nîşaneke girîng a piştgirîdayînê ye.”

Da zanîn jî, wî bi serokê Amerîka re li ser peydakirina çekên dûravêj bo Kîevê gotûbêj kiriye.

Ji aliyê xwe ve Biden di daxuyaniya xwe de got ku Ukrayna dê bi pakêta alîkariyê ya 500 mîlyon dolarî ku roja Sêşemê bê ragihandin, desteka leşkerî ya nû werbigire.

Şerê Rûsya û Ukraynayê ku di 24ê Sibata sala borî de dest pê kir, bû sedema kuştina bi sedhezaran û koçberbûna bi mîlyonan kesan.