Iraq hişyariyê dide welatiyên xwe yên Tirkiyê dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî da welatiyên xwe yên ku li bajarê Hatay û navçeyên derdora wê dijîn, nêzîkî avahiyên ku ji ber erdhejê ziyan gihîştiye wan nebin.

Balyozxaneya Iraqê li Enqerê her wiha hêleke germ ji bo welatiyên Iraqê yên li Tirkiyê dijîn vekir ku di rewşa awarte de pêwendiyê bi balyozxane û konsulxaneya welatê xwe re bikin.

Telefona Balyozxaneya Enqerê: 00905368787900

Telefona Konsulxaneya Giştî ya Dîlokê: 00905342054495

Duhî 20 Sibata 2023an di demjimêr 20.04 xulekan de erdhejek bi hêza 6.4 pile li pîvera Rîchterê li navenda navçeya Defeneyê ya Hatayê rû da û li pey wê jî li navçeya Samandagiyê di demjimêr 20.07 xulekan de erdhejeke din bi hza 5,8an çêbû.

Ji ber erdhejê li Tirkiyê 4 kesan û Sûriyê jî 4 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 800 kes jî birîndar bûn.