HDP banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Gelan (HDP) îro 21ê Sibatê bi boneya Roja Zimanê Dayik ê Cîhanî peyamek bi zaravayên Kurmancî û Dimilî belav kir û tê de ragihand, “Mixabin ji destpêka Sedsala 20’an û vir ve, ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê bi awayekî sîstematik hatin bişaftin.”

Peyama HDPê ya bi boneya Roja Zimanê Dayik:

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be!

Di nav bobelata erdhejê de em pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dikin. Di vê rewşa awarte û qeyranê de jî pêdivî û giringiya zimanê dayikê careke din aşkera bû. Ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bigire heta dermankirina birînan û avakirina tora piştgirî û piştevaniyê, pêdiviya bi zimanê dayikê bi awayekî zelal aşkera bû.

Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de ji bo parastin û piştgiriya pirrengiya çandî û pirzimaniyê, 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hat misogerkirin. Lê mixabin ji destpêka Sedsala 20’an û vir ve, ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê bi awayekî sîstematik hatin bişaftin.

Bişaftina zimanan, polîtîkayên tunekirina çandî, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di vê rojê de jî em careke din van polîtîkayan qebûl nakin. Bicihanîna peymanên navneteweyî, îro jî erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye. Divê qanûna bingehîn li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Divê polîtîkayên yekzimaniyê bê terikandin.

Di van rojên zor û zehmet de em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li temamî zimanan û gelan pîroz dikin. Di vê rojê de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin.