Amerîka serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bi “serketî” bi nav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê serdana vê dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê serkeftî bi nav kir û got, çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de dê xizmeta berjewendiyên netewî yên Iraqê bike.

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski îro li twîttera ragihand, serdana vê dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo gotûbêjkirina bûdce û pirsên petrol û gazê serkeftî bû.

Li gor Romanowski, çareserkirina “pirsgirêkên hilawîstî” yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de, xizmeta “berjewendiyên neteweyî yên Iraqê” dike û kar ji bo "serbixwebûna sektora enerjiyê" û parastina aramiya navçeyê dike.

Ev yek di demekê de yem Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro got: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî serdana xwe ya 2 rojan bo Bexdayê, vegeriya Hewlêrê.”

Sebah da zanîn ku di vê serdanê de, ew bi Wezareta Petrola Iraqê re li ser yasaya petrol û gazê û ligel aliyên pêwendîdar jî li ser yasaya bûdceyê civiyan.

Diyar kir jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê li gel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Rumanuski jî civiya.

Destnîşan kir jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Atwan El-Etwanî jî civiya.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran got jî: “Hevdîtinên me dê berdewam bin heta ku em bigihin çareseriyekê bo kêşeyên hilawîstî, bi taybet yasaya petrol û gazê û yasaya bûdceyê.”