Nêzîkî 180 hezar ziyandîtiyên erdhejê ji alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûdmend bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) radigihîne, di heyama 15 rojên borî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê alîkarî pêşkêşî 179 hezar û 905 kesan kirine.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hat, tîmên wan di 15 rojan de zêdetirî 84 hezar daneyên xwarinên germ, 43 hezar betanî, doşek û balîf, 45 hezar set ava vexwarinê, 19 hezar pakêtên xwarinê, 20 hezar xwarinên fast food, 4 hezar test û dermankirin, 9 hezar sobe, 6 hezar çilûberg, 3215 kon, 8 hezar qutiyên şîr û pêwîstiyên zarokan belav kirine.

Diyar kir jî, tevahiya alîkariyên ku li herêmên erdhejan hatine belavkirin li Dîlokê 35 hezar û 440 kesan, li Semsûrê 23 hezar û 445 kesan, li Rihayê 9 hezar û 70 kesan, li Edeneyê 9 hezar kesan, li Diyarbekirê 29 hezar kesan, li Mereşê 44 hezar û 580 kesan, li Efrînê 22 hezar û 656 kesan ji alîkariyên curbicur sûd wergirtine.

Roja 6ê Sibata 2023an piştî çend demjimêran ji erdheja bihêz a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezirîner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî, tîmên hawarhatinê û karwanên hawarhatinê ji bo alîkariya ziyandîtiyan ber bi navçeyên erdhejê bi rê ketin.