Hejmarek Filistînî bi teqeyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek Filistînî bi teqeyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Îro danê sibê 22ê Sibata 2023an, artêşa Îsraîlê dest bi operasyoneke serbazî li bajarê Nablusê yê li bakurê kerta rojava kir û şer û pevçûn li nav kuçe û kolanên wî bajarî di navbera hêzên Îsraîlê û Filistîniyan de rûda.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de ragihand, di wan şer û pevçûnan de tevî kuştina hejmarek welatiyên Filistînî, bi dehan kes birîndar bûn û aloziyên di navbera herdu aliyan de berdewam in.