Li Hatayê ji ber erdhejê bi kûrahiya 50m û direjahiya 400m erd qelişî
Stenbol (K24) – Erdheja navenda wê Meraşa Bakurê Kurdistanê ye li ser jîngeh û xwezayê jî bû sedema zirarên mezin. Li Hatayê ji ber erdhejê li ser zeviyeke mezin a zeytûnan kûrahiyeke 50 metre û direjehiyeke 400 metre erd qelişî.
Kevirên mezin ên ji hev ketî û şikestineke kûr û fireh, dîmen weke bombeyên giran lê hatine avêtin tîne bîra mirovan.
Piştî rûdana erdheja navenda wê Meraşa Bakurê Kurdistanê ye li Altinozu ya Hatayê erd qelişî û şikestineke mezin li ser erd rû da.
Efrahîm Duranoglu got: “Ev qelişandin erdê bûyereke wisa ye ku ji erdhejê jî wêdetir û karîger e. Nêzîkî 6 hezar kes li taxa nêzî vê bûyerê dijî. Eger ev xeta fayê li vir neşikestiba xwe bigihanda taxê, nivê taxê wêran dibû.”
Niştecîhê Altinozu: “Dema erdhejê dengeke mezin weke teqînekê hat. Zarokên mala min pê hesiyan û pir tirsiyan. Piştre em hatin vir me dît ku ev zevî qelişiye û kûrahiyeke mezin vebûye.”
Xeta fay a erdhejê ku li vê herêmê beriya ku bigihije xaniyên li derûdor enerjiya xwe vala kiriye, eger li nav mal û xaneyan xeta fayê bişkesta ziyanên mezin ên canî jî rû dida