Îro salek di ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê re derbas dibe

Koşka Spî ragihand, bi boneya derbasbûna salekê di ser şerê Ukraynayê re, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya online, ligel serkirdeyên welatên G7 û Serokê Ukraynayê dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, bi boneya derbasbûna salekê di ser şerê Ukraynayê re, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya online, ligel serkirdeyên welatên G7 û Serokê Ukraynayê dicive.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand, îro Înê 24ê Sibata 2023an, bi boneya derbasbûna salekê di ser destpêkirina şerê Ukraynayê re, Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel serkirdeyên welatên G7 û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi rêya online, derbarê pêşhatên şer de dicive.

Karine Jean-Pierre eşkere kir ku Joe Biden pakêteke din a sizayan bi ser wan welatan de radigihîne ku piştevaniya Rûsyayê dikin, siza di warê bankî, berevanî û teknolojiyê de ne.

Roja 24ê Sibata 2022an, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.