Dadgeha Enqerê hejmarek malperên Kurdî qedexe kirin

Bi biryara dadgehê hejmareke zêde ya malperên Kurdî li nav Tirkiye û ji derveyî Tirkiyê xwegihandina wan hate qedexekirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Bi biryara dadgehê hejmareke zêde ya malperên Kurdî li nav Tirkiye û ji derveyî Tirkiyê xwegihandina wan hate qedexekirin. Di nava wan de malpera weşanxaneya Avesata jî cih digire ku bi hinceta alîkariya terorê dike, malpera wê ya înternetê hate qedexekirin.

Li Tirkiyê, astengî û qedexeya li ser malperên Kurdî berdewam dike. Li ser biryara Dadgêriya Sizaya Sûlha 4emîn ya Enqerê bi sedema ku propagandaya terore dikin, di serî de malpera weşanxaneya Kurdî Avasta û hin malper û hesabên twitterê yên medya Kurdî hatin qedexekirin hem ji nav Tirkiyê û hem jî li derveyî Tirkiyê. Li hember vê biraya dadgehê di serî Serokê Rûmetî yê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî civaknas Îsmaîl Beşîkçî li ser qedexeyan bertek nişanda.

Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re diyar kir: “Dadgeha Enqerê qedexe aniye ser malperên Kurdî. Ev sazî piranî yên Kurdan in. Ev biryara dewletê û ya hikûmetê li derveyî rêgezên demokrasiye ye.  Li Tirkiyê kêşeya Kurd kêşeyeke gelek girîng e. Kêşeya herî mezin ya Tirkiyê ye. Bi rêya zordestî û daxistina ji rojevê çareseriya kêşeya Kurd ne pêkan e. Dewlet û hikûmet di vê mijarê de pêwîst e rê û rêbazên hê demokratiktir bi kar bîne. Pêwîst e em behsê bikin ku dewlet bi problemeke mezin re jî rû bi rû ye di warê erdhejê de. Di vê dema ku ev êşên mezin hene û di şûna pêçana birînan de, bi ser de li dijî Kurdan û saziyên wan karîgerkirina mekanîzmeya qedexe û zordestiyê  ne helwesteke mirovane ye.”

Ji bilî vê biryara qedeyê ya dedgehê ev 2 sal zêdetir e ku li Tirkiyê çi malperên Kurdî hebin û tê de navê Kurdistanê derbas bûbe hatine fîlterkirin û xwegihandina van malperan jî hem ji nav Tirkiyê û hem jî li derveyî Tirkiyê hatine astengkirin.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê Mustafa Kulelî jî radigîne ku ji ber ku desthilata Trikiyê di binê enqazê de maye hem malperên Kurdî û hem jî yên Tirkiyê bi rêya biryarên dadgehê asteng dike.

Mustafa Kulelî ji K24ê re ragihand: “Dewleta ku di binê enqazê de maye dixwaze vê kêmasiya xwe veşêre. Êş û janên mezin hene. Bi 10 hezaran kes mirin û bi milyonan welatî jî mexdûr in. Me dît ku ev dewleta ewqas mezin ku mudaxaleyî her tiştî dike digel serokomariyê pilingekî ji kaxizê bûye. Welatiyên ku li dewleta xwe xwedî derdiketin û baca xwe didan rojekê tenê pêdivî bi dewletê dîtin lê wê rojê jî dewlet ne li bal wan bû. Ev gilî û gazindên welatiyan bûne nûçe û di nav katraja kamerayan de cih girtin. Dewletê got em aciziya xwe nîşan nedin û van hemûyan sansûr bikin an jî qedexe bikin. Ya ku niha dibe jî ev e."

Di serî de serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di daxuyaniyên xwe de gef li medyayê û hin aliyên ku di erdhejê rexneyan li desthilatê digirin xwaribûn û gotibûn em hemû têbiniyên li bal xwe dinivîsin.