Komelya Tenduristiyê ya Gel: Eger e li Hatayê zêdetirî 60 hezar kesî canê xwe ji dest dabin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Pisporên Komelya Tenduristiyê ya Gel xebata xwe ya li herêma erdhejê bi dawî anîn. Li gorî raporta komeleyê, ne bi giştî tenê li bajarê Hatayê zêdetirî 60 hezar kesî canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên AFADê li bajarê Hatayê ku serjimara wê nêzîk 2 milyon kesî ye di erdhejê de 5 hezar û 696 bîna hilweşiyane. Hejmara daîreyên di nava wan bînayan de jî 23 hezar û 90 bûne ku ew jî bûne kavil. Li gorî raporta Komeleya Pisporên Tenduristiya Gel berewajî amarên fermî tenê li Hatayê îxtîmal e zêdetirî 60 hezar kesî canê xwe ji dest dabe.

Mexdûrên erdhêja bajarê Hatayê, ji ber kêmasiyên rû dane dewletê sûcdar dikin û dibêjin; wekî ku Hatay ne bajarê Tirkiyê be hîç alîkariyek di wextê xwe de nehatiyê.

Medîne Hakverî: “Me sê rojan destê xwe ji AFADê re bilind kir lê kes bi hawara me de nehat. Ev avahiya li pişt min heta devê xwe tijî cenaze bû û me derxistin ew. Ka alîkarî ka dewlet. Li Hatayê jiyan nema nema.”

Şuayîp Delen: “Ne tenê li Antakya li tû deveran dewlet nemaye. Cesedê me li erdê 4 rojan. Eger wê dewlet alîkariya me neke wê kî bike. Em çi bikin ma bila xelq hevûdû bixwe.”

Li Hatayê li gorî amarên fermî 130 hezar bîna hebûne beriya erdhejê. Bi boçûna niştecih û pisporên serdena vî bajarî kirine jî ji 2 avahiyan yek hilweşiye û bûye kavil.

Mehmet Karayê 33 salî tevî zaroka xwe ya 2 salî û jina xwe yek ji wan malbataye ku piştî erdhejê bi derfetên xwe ji binê avahiya kavilbûyî derdikevin.

Mehmet Kara: “Em eger di valahiya avahiyê de buna belkî em niha ne sax bûn. Avahiya me ya 5 qatî 3 qatên wê bi temamî bi nava erdê de çû. Em rizgarbûn lê nikarim behsa wan kêliyan bikim. Dema tê bîra min ez dircifim. Ji avahiya kêleka me kes jê sax dernek.”

Li aliyê din raporteke din derkete holê ku di 21ê Adara 2022an de bi serpereştiya AFADê digel Plana Kêmkirina Rîskên Bobeletê ya Bajarê Hatayê civînek çûye serî. Di encama vê civînê de jî raportek hatiye ragihandin. Di raportê de tê gotin; li gorî senaryoya erdhejeke bi şida 7.5an wê ji 57 hezar û 890 bînayên li navçeya Antakyayê, 57 hezar û 475ê wê ji erdhejê bandorê bigirin û ziyan di wan de pêk bê. Herwiha di raportê de hatiye destnîşankirin ku eger e 52 hezar û 133 bîna hilweşin û di encamê de jî 30 hezar kes canê xwe ji dest bide li tevahiya Hatayê.