Firokeyek li Amerîka ket xwarê û hemû kesên tê de bûn canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Firokvaniyê ya Federal ragihand, li wîlayeta Nevada ya Amerîka ji ber ketina firokeyeke hawarhatinê, 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya Firokvaniyê ya Federal a Amerîka ragihand, firokeyeke hawarhatinê ku erkê xwe de bû kete xwarê û di encamê de 5 bijîşk û peresterên ku tê de bûn, canê xwe ji dest dan.

Got jî, heta niha sedema ketina firokeyê ne diyar e, lê tê texmînkirin ku ji ber barîna berfê bûye.