Iraq: Ji ber welatên cîran me %70 ji pişka xwe ya avê ji dest daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ragihand, Iraqê ji ber siyasetên welatên cîran, ji sedî 70 ji pişka xwe ya avê ji dest daye.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal ji ajansa nûçeyan a Iraqê re got, rewşa avê li Iraqê ne aram e û ji ber kêmbûna avê di bendavan de, ew nikarin rêjeyên mezin ên avê di rûbaran re berdin.

Xalid Şemal diyar kir ku du armanca wezaretê hene, ya yekem dabînkirina ava vexwarinê ye û ya din jî dabînkirina ava pêwîst ji bo çandiniyê ye.

Her wiha Xalid Şemal got, hikûmeta berê ti rêkeftinek ligel Tirkiye û Îranê îmze nekiriye ku wan neçar bike pabend bin bi şandina pişka avê ya Iraqê, ku bûye sedema wê yekê % 70 ji avê bê şandin.