Îtalya.. Hejmara qurbaniyên keştiya koçberan gihîşt 58 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên keştiya ku li nav derya Îtalyayê bin av bûbû, gihîşt 58 kesan ku di nava wan de zarokek jî heye.

Keştiya di navê de 150 koçber hebûne, duhî dema dixwaze nêzîk perava başûrê Îtalyayê bibe, li perava bajarokê Crotonê têk dişike.

Rêveberên herêmî yên Îtalyayê ragihandin heta niha 58 penaberan canê xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ewlehiya Deryayê ve jî hatiye ragihandin, 80 kes bi saxî hatine rizgarkirin. 

Yek ji rêveberê hikûmetê yê herêmî Manuela Curra li ser bûyerê daxuyaniyek ragihand û got; ew wisa texmîn dikin ku ev keştiya penaberan 3 an jî 4 roj berê ji Îzmirê derketiye.

Li gorî rayedarên Îtalyayê, piraniya penaberên di keştiyê de Efxanî, Pakistanî, Somalî û Îranê ne.

Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella jî ragihand, gelekê ji wan penaberan ji ber şert û mercên gelek zor reviyane.

Polîsê Gumrikê jî diyar dike ku ji wan kesên ku sax mane yek jê bi tohmeta qaçaxiya penaberan hatiye girtin.