Ezmûna Herêma Kurdistanê di pêşkeftin û geşepêdanê de balkêş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed El-Zahirî ragihand, serdanên serkeftî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî dê di çend waran de bi taybetî di warê çandinî û veberhênanê de pêşveçûnan li pişt xwe bîne.

El-Zahirî di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24 got, bihêzbûna pêwendiyên dualî di navbera Îmarat û Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê de, cihê şanaziyê ye ji ber ku gihîştiye asteke bihêz. Got jî: “Ya herî girîng hezkirina gelê Herêma Kurdistanê ji Îmaratê re ye.”

PÊWENDIYÊN BIHÊZ

Dîplomatê Îmaratî tekez kir, nirxên hevbeş û pêwendiyên ciyawaz yên li ser bingehên bihzê hatine avakirin di navbera her du aliyan de hene, ev jî ji serdema Serok Mesûd Barzanî de dest pê kiriye û nifşê di pişt re jî berdewamiyê didin van pêwendiyan.

El-Zahirî bal kişande ser wê yekê ku serdana Mesrûr Barzanî bo Îmarat serketî bû ku ligel serkirdeyên payebilind ên welatên Kendavê û rêberên cîhanê yên beşdar di Lûtkeya Hikûmetên Cîhanî li Dubey civiya.

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev hemû civîn û kombûn, pêwendiyên qayîm ava dikin ku dikarin di pêşerojê de di warê veberhênan, çandinî û ciwanan de gelek pêşketinê bi xwe re bîne.”

Bal kişande ser nêzîkbûna damezrandina Encûmenên Ciwanan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û got: "Ev yek ji aliyên hevkariyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê û Îmaratê ye ku dê bandoreke erênî li pêwendiyên her du aliyan bike.”

LÛTKEYA CÎHANÎ YA HIKÛMETAN

Derbarê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a ku vê dawiyê li Dubayê hatibû lidarxistin û rengvedanên wê li ser Herêma Kurdistanê, El-Zahirî got, beşdariya aktîf û berdewam a serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi taybetî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, helwesta birûmet a Serokwezîr û rêzgirtina mezin li Îmaratê nîşan dide.

Di berdewamiya axaftinên xwe de behsa beşdariya hêja Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Dubey de kir û tekez li ser vê yekê kir, di beşdariya Kurdistanê de gelek sûde heye û bi taybet di warê pevguhertina pisporî û ezmûnan di navbera hikûmetan de. Her wiha di vê derbarê de jî, amaje bi pêvajoya Kurdistanê ya pirrengkirina aboriyê kir.

El-Zahirî got: “Îro Herêma Kurdistanê hewl dide kêm pişta xwe bi petrol û gazê bibest û ber bi pirrengkirina aborî ve diçe. Cenabê Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwedî îradeyeke rast e. Sektora çandiniyê û piştbestina bi berhemên xwe yên navxweyî di paşerojê de, baştirîn şahid e.”

NIRXÊN HEVBEŞ

Konsulê Îmaratê got: “Nirxên hevbeş ên li gel Iraqê bi taybetî ligel Herêma Kurdistanê bi riya serdanên berdewam yên serkirdeyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê, bandorê li bihêzbûna pêwendiyan dike.

El-Zahirî bal kişand ser pêgeha serkirdeyên Herêma Kurdistanê li Îmaratê û pêgeha serkirdeyên Îmaratê li Herêmê û got: “Hemû jî çarçoveya hevkariyê xurtir dikin, bi taybet ji aliyê aborî û pêwendiyên dualî ve.”

ÎRADE Û SERKIRDAYETÎ

Derbarê pirsa, egera wê yekê heye ku Herêma Kurdistanê dikare mîna Dubay serkeftineke wiha bi dest bixe, El-Zahirî got: “Dema serkirdayetî û îrade hebe, hêviya serkeftinê jî heye.”

Her wiha got: “Ezmûna Herêma Kurdistanê di pêşkeftin û geşepêdanê de, balkêş e û ev jî bi saya serkirdayetiya jîr e ku kariye van mijaran bi rê ve bibe û kariye bigihêje bextewariyê.”

El-Zahirî got ku ew şahidê "pêşkeftina mezin" li Herêma Kurdistanê ye, û amaje bi wê yekê jî kir ku stratejiya Herêma Kurdistanê bi rêya pêşketina hemû sektorên hikûmetê de bi taybet di çandinî û veberhênan de bûne rastî û çîrokên serkeftinê, di nav de jî rêkeftinên ligel Îmarat yên girêdayî bi ewlekariya xwarekê ve.

Got jî: “Em bi bextewer in ku bi Herêma Kurdistanê re hevkariyê dikin.”

ZEHMETÎ, DERFETAN DIRUST DIKE

El-Zahirî got ku Mesrûr Barzanî nêrîneke wî ya ji bo pêşerojê heye ku dê guhartinekê di warê kêmkirina girêdayîbûna bi petrolê, çûna ber bi aboriya azad û sermayeguzariya di warê ewlekariya xwarek de pêk bîne.

Her wiha tekez li ser wê yekê jî kir ku “zehmetî, derfetan dirust dike” û da zanîn ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî zehmetiyan dijwar hatine, ji wan jî vîrûsa Koronayê, lê belê rûbirûbûna wan kêşeyan bûye û zehmetî veguherandiye derfet.”

El-Zahirî amaje bi hevdîtina Serok Barzanî li gel cotkarekî kir ku gazindeyan ji xirabbûna berhema tirî dike û got: “Ev fikir veguherî derfetek ku ji zehmetiyan veguherî firotina berhemên cotkaran bo welatên cîran û cîhanê.”

Herwaha got: “Berhem, welatê ku jê hatiye diyar dike. Îro Herêma Kurdistanê bi berhemanîna hunguv û hinaran naskirî ye. Hinarên Helebce belgeyên dîrokî hildigire û pêgeha aborî ya Herêmê li Rojhilata Navîn nîşan dide, Îmarat jî dibe rawestgehek ji bo bazarên mezin.”

PÊKVEJIYAN

Derbarê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de jî El-Zahirî got ku gelek nirxên hevbeş yên di navbera Îmarat, Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene. Pêkhate û mezheb bi hev re dijîn û rêzê li hevdu digirin.

Got jî: “Ji hevdîtina min a yekem a li gel Serok Mesûd Barzanî, ez piştrast bûm ku nirxên mirovahiyê li vir kûr in. Jiyana hevbeş û hezkirina kesê din, bê ferq û cudahî ji ol û netewî wî re, ji taybetmendiyên niştecihên Herêma Kurdistanê ye. Min tu carî hest bi xerîbiyê nekiriye û ev jî îspata wê yekê ye ku ez girêdayî vî welatê mezin im.”