Anadolu: MÎTê endamekî PKKê ji Silêmaniyê revand

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Îstîxbarata Tirkiyê (MIT) endamekî PKKê ji Silêmaniyê revand. Li gorî Ajansa “Anadolu” destê wî endamê PKKê di kuştina 60 endamên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de heye.

Li gorî Ajansa “Anadolu”, endamê PKKê yê ku ji aliyê MÎTê ji bajarê Silêmaniyê hatiye revandin û ji bo Tirkiyê hatiye birin, navê wî “Remezan Guneş” e û beşdarî 12 kiryarên “terorîstî” bûye.

Her çend ajansê awayê girtinê û revandina endamê PKKê aşkere nekiriye jî, got 60 endamên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di wan kiryarên “terrorist” de hatin kuştin.

Hat ragihandin ku Remezan Guneş di sala 2008-an de beşdarî PKKê bûye û beşdarî çalakiyên PKKê yê li Herêma Kurdistanê û Sûriyê bû.