Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres derengiya şeva borî bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê, paytexta Iraqa Federal.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Husên derengiya şeva borî li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir.

Antonio Guterres û Fuad Husên konferanseke rojnamevanî saz kirin û tê de Sekreterê Giştî yê NY kêfxweşiya xwe ji bo serdana Iraqê nîşan da û got ku ew di wê bawerê de ye ku gelê Iraqê dikare kêşe û pirsgirêkan derbas bike.

Guterres da zanîn, wî çend caran serdana Iraqê kiriye û hêvî xwast ku dema wî hebe, ta ku serdana kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê bike.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî piştevaniya xwe bo hewlên hikûmeta Iraqê yên vegerandina welatiyên xwe yên koçber bûne tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferansa rojnamevanî de bixêrhatina Guterres kir û got: “Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê serdana Bexdayê dike.”

Her wiha got: “Pêwendiyeke me ya bihêz bi Netewên Yekgirtî re heye û em spasiya Guterres ji bo piştgirîkirina hikûmeta Iraqê di warên cuda de dikin.”

Da zanîn jî, ew ê ligel Guterres rewşa giştî ya Iraqê gotûbêj bikin û nêrîna wî li ser çareserkirina pirsgirêkên niha yên vî welatî li ber çavan bigirin.