Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres îro Pêncşemê ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê.

Guterres li Firokxaniya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî piştî serdana xwe ya li Bexdayê û hevdîtina ligel her sê serokatiyan û Wezîrê Derve, serdana Herêma Kurdistanê dike.

Guterres îro Pêncşemê serê sibê, serdana parêzgeha Neynewayê kir û ji nêzîk ve rewşa koçberan li kampên hewandinê şopand.