Guterres: Ez kêfxweş im ku hatime Herêma Kurdistanê

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, budceya federal û mijara petrol û gazê, divê rêkeftin li ser wan were kirin.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, budceya federal û mijara petrol û gazê, divê rêkeftin li ser wan were kirin.

Îro Pêncşemê 2ê Adara 2023an, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ez kêfxweş im ku hatime Herêma Kurdistanê.”

Antonio Guterres diyar kir, budceya federal û mijara petrol û gazê, divê rêkeftin li ser wan were kirin û herwiha divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Guterres got: “Ez li Iraqê me, tiştê li vî welatî rûdide, ji bo hêviyê çavkanî ye.”

Herwiha destnîşan kir ku ew partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê han dide ku îsal hilbijartin were encamdan û got, gihîştina siberojeke geş, pêwîstiya wê bi pêngavên îro heye.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres diyar kir, ji bo siberojeke geş, Netewên Yekgirtî piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.

Antonio Guterres got: “Ez kêfxweş im ku ligel Serokê Herêmê, Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Seroka Parlamentoya Kurdistanê civiyam.”

Guterres li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ya derbarê rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê got: “Me ligel rayedarên Iraqê, derbarê kêşeya ewlehiyê ya deverên Kurdistanî gotûbêj kir.”

Herwiha got: “Me ligel rayedarên Iraqê, behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê kir li ser yasaya petrol û gaz û budceyê, herwiha me behsa biryarên Dadgeha Federalî kir, ku divê di berjewendiya hemû gelê Iraqê de be.”

Derbarê pêwendiyên dîrokî yên navbera Guterres û Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî dibêje: “Di encama wan karesatên ku bi ser Kurdan de hatin, em ligel Birêz Celal Talebanî û Birêz Mesûd Barzanî bûn wek heval.”

Guterres destnîşan kir ku divê civaka navdewletî alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Derbarê Kampa Holê de ku malbatên çekdarên DAIŞê tê de hatine komkirin û dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, Guterres hişyarî da ku ew kamp bombeyeke li ber teqînê ye.