Hejmara parlamenteran a li gorî bajaran hat ragihandin

Li gorî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê dê di hilbijartinên ku tê pêşbînîkirin 14ê Gulanê de were li darxistin de ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 117 parlementer werin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê dê di hilbijartinên ku tê pêşbînîkirin 14ê Gulanê de were li darxistin de ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 117 parlementer werin hilbijartin.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê lîsteya hejmara parementeran a  li gorî bajaran ragihand. Li gorî lîsteyê dê li tevahiya Tirkiyeyê ji 81 bajaran 600 parlementer werin hilbijartin.

Li gorî lîsteyê ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê jî 117 parelementer dê werin hilbijartin û hejmara herî zêde ya parlementerên Bakurê Kurdistanê bi 14 parlementeran Riha, bi 14 parlementeran Dîlok û bi 12 parlementeran Diyarbekir e.

Tê pêşbînîkirin ku Hilbijartinên Parlemnetoyê û Serokomariyê li Tirkiyeyê di 14ê Gulanê de were kirin lê ev yek hîn tekez nebûye.

Li gorî lîsteya Lijneya Bilind a Hilbijartinê hejmara parlementeran li bajarên Bakurê Kurdistanê wisa ye.

Agirî: 4, Bedlîs: 3, Colemêrg: 3, Çewlig: 3, Dêrsim: 1, Diyarbekir: 12, Dîlok: 14, Elezîz: 5, Erdexan: 2, Erzingan: 2, Erzirom: 6, Êlih: 5, Îdir: 2, Kîlîs: 2, Qers: 3, Meletî: 6, Mereş: 8, Mêrdîn: 6, Mûş: 3, Riha: 14, Semsûr: 5, Sêrt: 3, Sêwaz: 5, Şirnex: 4 , Wan: 8.

Di tevahiya Tirkiyeyê de jî hejmara herî zêde ya parlementeran wekî her car dîsa di destê Stenbolê de ye ku Stenbol dê 98 parlementeran bişîne parlementoyê, hejmara parlementerên Enqereyê 36 û ya Îzmîrê jî 28 e.