ENAG: Enflasyon li Tirkiyê ji sedî 126,91 e / TUIK: Ji sedî 55,18 e

Li Tirkiyeyê enflasyona fermî di meha Sibatê de wek mehane ji %3,15 ya salane jî wek ji %55,18 hat ragihandin.

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê enflasyona fermî di meha Sibatê de wek mehane ji %3,15 ya salane jî wek ji %55,18 hat ragihandin. Di nav kelûpel û berheman de herî zêde nirxên xwarin, xurek û meşrûbatan bihatir bû. Welatî ji bihabûnan gilî û gazinda dikin amaje dikin hêza kirîna wan ji ber zêdebûna enflasyonê gelek daket.

Amarên enflasyonê yên li Tirkiyeyê ji hêla Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê ve bo meha Sibatê hat eşkerekirin.

Li gor amarên fermî enflasyona salana yên li vî welatî di meha Sibatê de ji %55,18 yên mehane jî ji %3,15 e. Li nav berhem û kelûpelan bihayên xurek, vexwarin û meşrûbatan zêdetir bû.

Welatiyekî derbarê enflasyonê de ji K24ê re diyar kir: “Niha ji ber bihabûnan em bi dilê xwe nikarin pêdiviyên mala xwe peyde bikin. Ji ber bihabûnan ku zêdebûna enflasyonê dibe sedem hêza kirîna me jî gelek dadikeve.”

Gelek welatiyên li Stenbolê ji bihabûnan gilî gazind dikin û li gor van bihayên niha li nav bazaran bihayên herî bilind a dîroka vî welatî ye.

Welatiyekî din jî got: “Pereyê ku em tînin li bazarê pê tiştek bikirin lê ji ber bihabûnan têrî pêdiviyên me sereke nake. Bihabûneke zêde li nav bazaran heye ev jî tesîreke xerab li ser jiyana me dike.”

Hin welatî baweriya xwe bi rêjeya fermî ya enflasyonê naynin û li gor wan enflasyon ji ya fermî herî kêm du qat zêdetir e.

Welatiyek dibêje: “Li gor min enflasyon li vî welatî ji %300 e. Min 20 sal di kerta xurekê de kar kir, ez gelek baş dizanim ku ev rêjeya fermî ya enflasyonê gelek kêm e. Lêçûnên me ji dahatên me zêdetir bûye. Ev kêşeyeke ciddî ya aboriya vî welatî ye.”

Beriya mehekê rêjeya enflasyona salane wek fermî ji%57,68 hatibû eşkerekirin.

Saziya Sivîl a Grûba Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê ya salane di meha Sibatê de wek ji %126,91 eşkere kir ku ji ya fermî 2 qat û nîv zêdetir e.