Hêzên Pêşmerge li quntara çiyayê Qereçoxê operasyoneke lêgerînê pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo jinavbirina metirsiyên ewlehiyê yên ji ber paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê, operasyoneke lêgerînê li navçeyê encam dane.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihadn, Lîwaya 14 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge îro bi alîkarî û piştevaniya Dezgeha Segevanî ya Wezareta Pêşmerge ku bi navê (K9) tê naskirin, li quntarên çiyayê Qereçoxê operasyoneke lêgerînê bi serkeftî encam da.

Da zanîn jî, di vê operasyonê de 14’emîn Lîwayê 14 ê Piyade li quntarên çiyayê Qereçoxê ji gundên Gawar û Xedircîce û heta riya Mexmûrê geriyan.

Diyar kir jî, armanca operasyonê jinavbirina pêgeh û şikeftên terorîstan bû, di heman demê de bicihkirina aramî û ewlehiyê li deverên ku guman tê kirin paşmahiyên çekdarên DAIŞê lê hene.