Li Diyarbekirê rê hat dayîn ku niştecihên galerîayê kelûpelên xwe derxînin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê 27 rojan piştî erdhejê, rê ji bo niştecihên sîteya Galeriayê hat dayîn ku ew kelûpelên xwe derbixin. Welatiyên ku karîn zêr û pere, bîranîn û alavên xwe derxînin spasiya rayedaran kirin û gotin ku; ew ji ber erdhejê di nava xemgîniyê de ne lê bi derxsitina bîranînên xwe hinekê jî be keyfxweş in.

Bîranînên bi salan, wêne û albûmên malbatê, kelûpelên entîke, pêlîstîkên zarokan û cîlûbergên bûk û zavayan. Ev tişt hemû piştî 27 rojan gihiştin xwediyên xwe. Niştecihên du balaxaneyên Galeriyayê, piştî ku bo demek kurt rê ji bo wan hat dayîn ku keleûpelên xwe derxînin ew bi lez û bez çûn nav mal û kargehên xwe û alavên xwe derxistin.

Xwediyê Sînemaya li Galeriayê Abdulqadîr Aydin ji K24ê re got: “Min arşîva xwe derxist, film hebûn min mine w derxsitin û gelek belgenameyên min hebûn min ew jî derxsitin. Lê me nekarî em sînemayê derxînin, ji bo vê yekê bo me du-sê roj lazim in. Makîneyên me yên sînemayê mezin in em nikarin derxînin. Rismên ji beriya 40-50 sal berê di hûndir de bûn min ew derxistin.”

Di erdhejê de ji sîteya Galerîayê ji çar apartmanan yek hilweşiya û sê li ser piyan man, lê belê zirareke mezin gihiştibû yeke din jî. Xwediyên mal û kargehan piştî erdhejê dest bi çalakiyan kirin û bang li rayedaran dikirin ku bo demeke be jî rê ji bo wan bê dayîn da zêr û pere û bîranîn û kelûpelên xwe derxînin. Çalakiya beşeke ji wan encam da lê ji ber xetereya hilweşana rê ji bo beşeke niştecih nehat dayîn têkevin hûndir.

Nişteciha Galerîayê Şukran İyisoylu dibêje: “Ji roja ku erdhejê rûdayî ve em li van goşeyan rûdiniştin. Xelkê hemû malê xwe derxist lê me ne tenê ev betenî derxist. Nahêlin em tiştên xwe derxînin. Ji bo xilaskirina ajelan firoke rakirin lê ji bo tiştên me tiştekê nakin.”