Mîrê Qeterê: Nabe alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî bên bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî matmayîna xwe li hember derengketina gihîştina alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdhejê li bakurê Sûriyê ku herî zêde ziyan dîtine, anî ziman û daxwaz kir ku alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî neyin bikaranîn.

Mîrê Qeterê di vekirina Pêncemîn Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya Welatên Herî Kêm Pêşkeftî de li paytexta Qeterê Dohayê got: “Ez matmayî mam ji derengketina pêşkêşkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê. Ne rast e ku alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî bên bikaranîn.”

Her wiha got: “Ez hevgirtina xwe bi birayên me yên li Tirkiye û Sûriyê re tekez dikim. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin hewlên Tirkiyê ji bo derbaskirina bandorên vê karesatê. Ez tekezî li ser wê yekê dikim ku divê bê dudilî destê alîkariyê ji bo gelê Sûriyê yê bira bê dirêjkirin.”

Erdheja ku di 6ê sibata borî de li herêmên Sûriye û Tirkiyê bi hêza 7.7 rû da bû, bû sedema zirarên mezin ên mirovî û madî. Li gor amarên dawî, hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 45 hezar û 968 kesî, hejmara qurbaniyên erdhejê jî li Sûriyê gihîştiye 6 hezar 795 kes derbas kiriye.

Netewên Yekgirtî bang li hemû aliyên Sûrî kir ku rê bidin ketina alîkariyê, lê ajansên alîkariyê gilî ji sînordarkirinên ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine danîn dikin û dibêjin ku rêjîm belavkirina alîkariyê bi siyasî dike.

Her wiha dezgehên alîkariyê yên din jî dibêjin ku çekdarên opozîsyonê gihandina alîkariyan ji deverên di bin destê hikûmetê de li Sûriyê asteng dikin.

Qeter di riya Tirkiyê re alîkariyê derbasî Sûriyê dike, lê hin welatên din ên Kendavê, wek Îmarata Erebî rasterast alîkariyên mirovî di riya asmanî re dişînin.