Îran sîstemeke berevaniya asmanî li Sûriyê bi cih dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê sîstemeke berevaniya asmanî şand Sûriyê û li bajarokê Meyadîn ê nêzîkî sînorê Iraqê hat bicihkirin.

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 betarî û radarên di rêya deriyê sînorî yê El-Qaim - Ebû Kemal re derbasî Sûriyê bûn, her wiha betariyên mayî jî dê bi rêya firokexaneyên Sûriyê bên şandin û li parêzgeha Hema û Dêrazorê bên bicihkirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Îranê razî bûye ku sîstemên berevaniya asmanî yên Îranî bigihîne Sûriyê û ji bo rûbirûbûna êrişên Israîlî aktîv bike.

Da zanîn jî, ev sîstema berevaniya asmanî, yek ji berhemên herî nû yên Îranê ye, karînên wê wek sîstema S-300 a Rûsî ye û dikare 6 armancên konvansiyonel li dûrahiya 100 kîlometran bibîne.

Îsraîl ji sala 2011an deverên cuda yên Sûriyê ku mîlîşyayên Îranî lê bicih dibin bi taybet li parêzgeha Dêrazorê li rojhilatê wî welatî, dike armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Mafên Mirovan, mîlîşyayên Îranî di meha borî de makîneyên kolandinê yên giran û kelûpelên avahîsazîyê ber bi firokexaneya Heyderiyê ku devereke komkirina leşkerî û ewlekarî ya mîlîşyayan e, birine û satire axê bilind kirine.

Di 28ê Sibatê de jî, hêzên zêdetir gihîşin Firqeyên 18 û 17 yên rêjîmê li bajarê Meyadînê.