Serokerkanê Amerîkayê: Erkê li Sûriyê hêjayî rîskê ye

General Mark Milley - Wêne: Reuters
General Mark Milley - Wêne: Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Hevbeş yê Amerîkî General Mark Milley piştî serdana nişkaveyî ya bo baregeheke hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê got, şandina wan hêzan bo Sûriyê ji berî nêzîkî heşt salan ji bo şerê li dijî DAIŞê hîn hêjayî rîskê ye.

General Mark Milley ji bo nirxandina hewlên ji bo rêgirtina li serîhildana komên tundrew û vekolîna tedbîrên ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşan, pêr serdana bakurê rojhilatê Sûriyê kiribû.

Tevî têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî ve, lê hîn jî bi sedên çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê û hin navçeyên din hene û car û caran êrîş dikin. Her wiha bi hezaran çekdarên DAIŞê jî di girtîgeh û zîndanên HSDê ne.

Berpirsên Amerîkî jî dibêjin ku DAIŞ hîn jî dikare rabe ser pêyan û bibe metirsiyeke mezin.

Li ser pirsa rojnamevanan, gelo hûn dibînin ku şandina nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî bo Sûriyê hêjayî metirsiyê ye, Milley ev erk bi ewlekariya Amerîka û hevalbendên wê ve girê da û got: “Belê girîng e.”

Her wiha got jî: “Ji ber vê yekê ez dibînim ku têkbirina DAIŞê ya bi yekcarî û berdewamkirina piştgirîkirina dost û hevalbendên me li herêmê, erkine giring in û divê bên kirin.”