Qamişlo.. Ji ber rewşa xirap a aboriyê daxwaza li ser cilûbergên Kurdî kêm bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa aborî ya xirap, daxwaza li ser cilûbergên Kurdî li gorî salên borî kêm bûye. Xelk gazinan ji girabûna nirxê qumaş û dirûtinê dikin. Bazirganên qumaşê dibêjin ji ber bihabûna dolar nirxê her tiştî zêde bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê dirûtina cilûbergên Kurdî di meha Adarê de û berî cejna Newrozê, berî her tiştî ye, lê ji bo xelkê kirîna caw û dirûtina cilûbergan gelek zehmet bûye, ew jî bi sedema rewşa aborî ya xirab.

Firoşiyarên qumaşan dibêjin, pêştir daxwaza li ser kirîna cilûbergên Kurdî baş bû, lê îsal kêm bûye û welatî bi awayekî kêm berê xwe didin dikanên wan.

Bihabûna nirxê qumaşan û kêmbûna xwesteka kirîna cilûberên Kurdî, bandor li karê cildirûyan jî kiriye.

Nirxê dolar li Rojavayê Kurdistanê roj li pey rojê zêde dibe, niha yek dolar bêhtir ji 7300 lîreyên Sûriye tîne. Ji aliyekî din ve jî, ji ber gefên Tirkiyê yên berdewam li ser navçeyê, tevgera di bazar de bi yekcarî rawestaye.