Wezareta Derve ya Tirkiyê bangî Balyozê Amerîkayê kir

Derbarê serdana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley a ji bo Rojavayê Kurdistanê de agahî jê xwestine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyê bangî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake kiriye û derbarê serdana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley a ji bo Rojavayê Kurdistanê de agahî jê xwestine.

Medyaya Tirkiyê ragihand, Wezareta Derve ya Tirkiyê îro Duşemê 6ê Adara 2023an bangî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake kiriye û li ser serdana Serokerkanê Artêşa Amerîka ya ji bo Rojavayê Kurdistanê agahî jê xwestine.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Amerîkayê Dave Butler piştî wê serdanê ragihandibû, “Serokerkan Milley serdana hêzên Amerîkayê yên li Sûriye kiriye. Derbarê tekoşîna li dijî DAIŞê de agahiyên nû ji wan wergirtine, rewşa hêza serbazî ya heyî şopandiye û mijara vegerandina koçberên li Kampa Holê ya bo welatê wan jî nirxandine.”