Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Bexdayê ye û serdana Herêma Kurdistanê jî dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin îro gihîşt Bexdayê û li gorî zanyariyên K24ê, Austin dê serdana Hewlêrê jî bike û li gel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Lloyd James Austin di 22ê Çileya 2021ê de bû Wezîrê Parastinê. Wî berê jî wekî 12emîn Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka kar kiriye û yekem Amerîkiyê Afrîkî ye ku ev post girtibû.

Austin wek Cîgirê Serokê Hêzên Hevbeş bû û fermandarê dawî yê hêzên Amerîkî li Iraqê bû di dema Operasyona New Down de, ku heta 15ê Çileya 2011an dom kir.