Amnesty: Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û divê alîkarî bê cudahî bên belavkirin

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dibêje, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û berpirsê parastina yasa û aramiyê li herêmê ye û pêwîst e alîkariyan bê cudahî bigihîne ji hemû xelkê re.

Amnesty di raporeke nû de belav kir, rejîma Sûriyê û çekdarên artêşa niştimanî ya Tirkiye piştevaniya wê Tirkiyê dike, rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî bo Kurdên Helebê girtine.

Di raporê de hatiye, Hikûmeta Sûriyê rê li derbasbûna zêdetirî 100 kamyonên alîkariyên mirovî ji her du taxên Kurdan “Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” girt.

Herwiha çekdarên opozîsyona Sûriyê jî rê nedan ku 30 kamyon alîkariyên mirovî derbasî Efrînê bibin.

Got jî, çekdarên opozîsyona Sûriyê fişarê li karmendên alîkariyê dikin ku di destpêkê de alîkariyan li ser malbatên xwe belav bikin û gelek Kurd ji alîkariyê bêpar man.

Parêzgeha Helebê li ser herêman hatiye dabeşkirin, herêmek di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, herêmeke din kontrola HSDê de Ye û herêma sêyem jî di destê opozîsyona çekdar de ye, ev yek jî bûye sedema siyasîkirina alîkariyên mirovî.

Li ser rewşa Efrînê di raporê de hatiye gotin, Tirkiyê Efrîn dagîr kiriye û aramiya sivîlan û parastina yasa û nîzamê berpirsyar e. Divê gihandina alîkariyan bo hemû ziyandîtiyên erdhejê misoger bike. Her wiha got jî, divê Tirkiye pêşî li komên çekdar bigire ku gihandina alîkarîyan asteng dikin û di belavkirina wan de jî cudakariyê dikin.

Ev yek di demekê de, piştî erdheja 6ê Sibatê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem alî gihîşt Efrînê û alîkariyên mirovî bê cudahî li hemû ziyandîtiyên erdhejê belav dike.