Ezmûn û wêstgehên siyasî yên namzedê Serokomariya Tirkiyê: Kiliçdaroglu

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî danûstandin û civînên dûr û dirêj, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bû namzedê opozîsyona Tirkiyê bo postê Serokomariyê. Kiliçdaroglu heta ku ji bo opozîsyona Tirkiyê bû hêviyek, di ezmûn û qonaxên girîng ên siyasî re derbas bû.

Çîroka jiyana Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, piştî 10 salan ji Komkûjiya Dêrsimê li gundê Bolciyanê yê wî bajarî dest pê dike ku tirsa dewletê hê li ser wan germ bû. Lewma dê nebûya sûdfe ku navê damezirênerê Komara Tirkiyeyê li wî bê kirin û ew gelek caran bi veşartina nasnameya xwe tê rexnekirin. Lê lêkolînên diyar amaje bi Kurdbûna wî didin. Li gor pirtûka “Ocaxa Kureyşanê” ya akademisyen Dr. Kîbar Taşê, bav û kalên Kiliçdaroglu ji Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê çûne Dêrsimê.

Dibistana seretayî, navîn û amaedeyî li bajarên wekî Wan, Dêrsîm, Çêwlik û Xarpêtê xwend û di sala 1967ê de ji Amedeyî ya Bazirganî ya Xarpetê derçû.

Piştî 4 salan jî, beşa Darayî û Aborî ya Akademiya Zanistên Bazirganî û Aborî ya Enqereyê ku yek ji zanîngehên herî girîng a wî welatî ye temam kir.

Di heman salê de li Wezareta Darayî wekî Pisporê Jimêryariyê dest bi kar kir û bi dehan salan bû bûrokratekî pilebilind û serkeftî yên hikûmetên Tirkiyeyê.

Piştî xanenişîniyê berê xwe da siyasetê û di sala 2002an de ji bajarê Stenbolê bû Parlementerê CHPê.

Kiliçdaroglu di berdewamiya salên xwe yên siyasî de bi awayekî çalak berpirsên AK-Partiyê bi gendeliyê tohmetbar dikir. Ji ber vê çalakbûnê, partiya wî ew di sala 2009an de kir berbijêrê Şaredariya Stenbolê. Bidestxistina ji sedî 36 dengan, têra serkeftina wî nekir, lê navê wî di raya giştî ya Tirkiyeyê de diyartir kir.

Kiliçdaroglu bi vê navdariyê, bû Serokê wê partiyê ku Komkûjiya Dêrsimê kiribû. Lê Kiliçdaroglu niha dixwaze bibe Serokê Tirkiyeyê. 

Gelo di dê bibe an na, piştî 14ê Gulanê diyar bibe. Lê gelek amaje egera serkeftina wî zêdetir dikin. Qeyrana aborî ya Tirkiyeyê û encamên her du erdhejên mezin ên 6ê Sibatê ji bo hikûmeta AK-Partiyê du pirsgirêkên herî germ in ku dibin sedema kêmbûna dengên wê. li hemberê vê jî Kiliçdaroglu ji sala 2018an ve dixebite ku bibe bedîlê sereke yê opozîsyonê ku şeva borî di vê hewla xwe de biser ket. Ya herî girîng û diyarker jî, piştgiriya dengên Kurdan e ku HDP a xwedî şeş milyon deng, ji niha ve berbijêriya Kiliçdaroglu pîroz kiriye.