Rapora rewşa avahiyên li Diyarbekirê ku ji ber erdhejê xisar dîtine hat eşkerekirin

Piştî erdhejên 7.8 û 7.6 ku li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê rûdabûn û li 11 bajêrên li Tirkiyê û Bakur bandor kiribû, lêkolînên xisarên li avahiyên Diyarbekirê hatin eşkerekirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Piştî erdhejên  7.8 û 7.6 ku li parêzgeha  Mereşê ya Bakurê Kurdistanê rûdabûn û li 11 bajêrên li Tirkiyê û Bakur bandor kiribû, lêkolînên xisarên li avahiyên Diyarbekirê hatin eşkerekirin.

Lêkolînên ku li Diyarbekirê ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherînên Keşûhewayê ya Tirkiyê, Yekîtiya Jûrên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk  (TMMOB) û Rêvebiriya Bajarê Diyarbekirê ve hatin kirin, gihîştin encamê û xisarên li avahiyan diyar bûn.

Raporên ku hatine amadekirin ji raya giştî re hat ragihandin û li gor wan raporan li Diyarbekirê 7 ji wan di erdhejê de heta niha 22 avahî hilweşiyane:

- Avahiyên ku hilweşiyane: 22

- Avahiyên ku divê bilez werin hilweşandin: 61

- Avahiyên ku bi giranî xisar dîtine: 3252

- Avahiyên ku nîv xisar dîtine: 2828

- Avahiyên ku kêm xisar dîtine: 32652

- Avahiyên bêxisar: 97383

Li Diyarbekirê çalakî, plansazî û xebatên ji bo çareseriya kesên ku bê mal û xanî mane û mexdûr in, berdewam dikin.