Serok Barzanî û Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê çend mijarên girîng gotûbêj kirin
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din, gotûbêj kirin.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez xweşhal im ku min li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê kir.”
Herwiha Serok Barzanî di twîta xwe de eşkere kiriye: “Me bi hev re, ligel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin behsa çend mijaran kirin, ji wan; pêwendiyên me yên ligel Hikûmeta Federal û hewldên berdewam ên Hewlêr û Bexdayê ji bo gihîştina rêkeftinekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be.”
Delighted to receive @SecDef today in Erbil. Secretary Austin and I discussed several topics including the relations with the Federal Government and the continuous efforts from both Erbil and Baghdad to reach agreements in pursuit of mutual interests. pic.twitter.com/MQQuf7YROL
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 7, 2023