Firokeyên şer li Xurmatûyê pêgehên DAIŞê bombebaran kirin

Germiyan (K24) – Firokeyên şer, pêgehên komên çekdar ên DAIŞê yên li sînorê Xurmatûyê bombebaran kirin.

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge yê li navçeyê, ji Kurdistan24ê re ragihand, firokeyên şer rêzeçiyayên Dûz û navçeya Dawid a navbera Kifrî û Xurmatûyê bombebaran kirin, ku çend sal in bûye pêgeha komên çekdar ên DAIŞê.