NY: Ziyanên erdhejên 6ê Sibatê dê ji 100 milyar dolar derbas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî radigihîne, ziyanên madî yên erdhejên 6ê Sibatê dê ji 100 milyar dolar derbas bike.

Nûnerê Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekgirtî bo Tirkiyeyê, Louisa Vinton dibêje, her du erdhejên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê rû dabûn, dê zldetir ji 100 milyar dolarî ziyanê bigihîne aboriya Tirkiyeyê. Ev e jî dike ji sedî 11,6ê dahata navxwe ya Tirkiyeyê.

Ev yek di demekê de Banka Cîhanê jî meha borî ragihandibû, ziyanên erdhejan 34 milyar dolar e û piştî avadankirinan, ev pere dê sê caran zêdetir bibe.

Di erdhejên 6ê Sibatê de ku ziyan gihandibû 11 bajaran, li gor amaran di encamê de zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dan, zêdetir ji 100 hezar kes birîndar bûbûn û mala milyonek û 250 hezar kesî jî têk çûne.