Dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê îro dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryare îro her du dezgehên helbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser guhertinên yasaya hilbijartinan bicivin.

Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziyad Cebar ji K24 re ragihand, “Dezgehên PDK û YNKê îro li baregeha Polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê dicivin li ser guhertinên yasaya hilbijartinan gotûbêjan dikin.”

Ev yek piştî wê yekê tê ku di rojên derbasbûyî de du caran civîna di navbera dezgehên hilbijartinan ên PDK û YNKê hatibûn paşxistin.

Roja 28.2.2023, her du dezgehên hilbijartinan yên PDK û YNKê li ser çend xalan ji bo birêveçûna hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li hev kirin û ragihandin ku ew ê gotûbêjên zêdetir li ser xalên nakok bikin.