Nêçîrvan Barzanî: Bêyî azadiya jinê tu civakek azad nabe û pêş nakeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Çawa ku me berê jî di warê reformên yasayî, siyaseta civakî, serxwebûna aborî û perwerdeyê da piştgirî da jinan, em dê berdewam bin û hertim em dê piştevaniyê li xebata wan ya ji bo misogerkirina timama mafên wan bikin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Roja Cîhanî ya Jinan bi germî li hemû jinên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya serkeftinên zêdetir, kolnedan û berdewamiyê ji wan re dixwazim.

Bi salane jinan xwe birêxistin kirine û ji bona dabînkirina mafên xwe yên rewa, binbirkirina çewsandinê, tundûtûjiyê û rûbirûbûna newekheviyê di hemû waran da xebat kirine.

Çawa ku me berê jî di warê reformên yasayî, siyaseta civakî, serxwebûna aborî û perwerdeyê da piştgirî da jinan, em dê berdewam bin û hertim em dê piştevaniyê li xebata wan ya ji bo misogerkirina timama mafên wan bikin.

Bêyî azadiya jinê tu civakek azad nabe û pêş nakeve. Em dê kar bikin da ku li Herêma Kurdistanê derfetên zêdetir bi beşdariya jinan di jiyana siyasî, rêveberî û hemû warên din da bê dan û tundûtijiya li dijî jinan û binpêkirina mafên wan ku, cihê nîgeraniyê ye bi dawî bibe.

Di vî warî de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi siyaset û stratejiyên nû û bi beşdariya hemûyan heye. Perwerde, hînkirin, pêşvebirina lêkolînên akademîk û xebatên zanistî, hişyarî û diyaloga piralî rêyên herî baş in ji bo gihîştina vê armancê.

Ji bo wan jinên ku ji xwe bawer bûne, di qadên jiyanê yên cuda de bi pêş ketine û xwe îspat kirine, di pêkanîna erkên xwe de serketî bûne û bûne pêşeng, pîrozbahî û destxweşiyê li wan dikim. Jinên Kurdistanê digel jinên cîhanê divê zêdetir berhevî û beşdarî di pirsên jinan û pirsgirêkên din ên jiyanê da hebe.

Bi vê minasebetê, em kar û xebata jinên Kurdistanê di rêkxistinên hikûmî û nehikûmî da, di femangeh û saziyan da bilind heldisengînin. Em bi rêz û hurmet li erk û keda wan hemû jinan dinêrîn yên ku di her warekê sektora giştî û ya taybet da dixebitin û bi awayekî çalak di rêvebirin û avakirina civak û welat da beşdariyê dikin.

Silav li giyanê hemû wan xaniman yên ku ji bo wekhevî û bidestxistina mafên xwe yên jinane canê xwe bexşîne û hemû yên ku bûne qurbaniyên tundûtûjiyê. Bila ruhê wan şad be yada wan hertim bi xêr be.

8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz be

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08.03.2023