Plasschaert bo K24: Me hewl daye ku partiyên siyasî bi hev re hilbijartinan encam bidin

Hewlêr (K24) – Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê diyar kir, wan hemû hewlên xwe dane, da ku partiyên siyasî bi hev re hilbijartinan encam bidin.

Derbarê astengî û giriftên li ber hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez hêvîdar im di demeke nêz de çareseriyek ji bo vê kêşeyê were dîtin.”

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir: “Eger tu li vî welatî bijî, divê dîtina te ya erên hebe û kesekî geşbîn bî.”

Herwiha derbarê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Plasschaert diyar kir: “Li herdu aliyan daxwaza çareserkirina kêşeyan heye.”