Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şandeke Parlamentoya Ewropayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke parlamenterên Yekîtiya Ewropayê bi serokatiya Seroka Lijneya Pêwendiyên Ligel Iraqê Sara Skyttedal kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 8ê Adarê, pêşwazî li şandeke parlamenterên Yekîtiya Ewropayê bi serokatiya Seroka Lijneya Pêwendiyên Ligel Iraqê Sara Skyttedal kir.

Şanda Parlamentoya Ewropayê derbarê armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê de kurteyek pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêmê nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku Parlamentoya Ewropayê piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz li Iraqê dike.

Di civînê de derbarê girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Encamdana hilbijartinên parlamentoyê, beşeke din a civînê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî, amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan di nava îsal de dubare kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ên di warên hemecûrkirina aborî û avakirina bingeheke bihêz a aboriyê de kir û derfetên sûdwergirtina ji pisporî û ezmûna pêşketî ya welatên Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

54
6
6
65
655