Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kir

Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan û tekezî li pêkanîna seqamgîrî û pabendbûna destûrê û kûrkirina çemka hevbeşiyê kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan û tekezî li pêkanîna seqamgîrî û pabendbûna destûrê û kûrkirina çemka hevbeşiyê kirin.

Îro Çarşemê 8ê Adara 2023an, li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan civiyan.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de herdu aliyan derbarê pêkanîna seqamgîrî û pabendbûna destûrê û kûrkirina çemka hevbeşiyê, danûstandina fikr û ramanan kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “ Di hevdîtinê de ronahî li ser rêkeftina navbera aliyên siyasî û cîbicîkirina bernameyên hikûmeta Iraqê hat xistin. Herwiha tekezî li hevahengî û pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û desthilata dadwerî û saziyên din ên Iraqa federal hat kirin.”