Şaredariya Rezanê kelûpelên ji erdhejê mane radestî malbatan dike

Piştî erdhejên 6ê Sibatê gelek kelûpelên ji bin avahiyên rûxiyayî hatin derxistin ji aliyê Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî ya Diyarbekir ve hatin berhevkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Piştî erdhejên 6ê Sibatê gelek kelûpelên ji bin avahiyên rûxiyayî hatin derxistin ji aliyê Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî ya Diyarbekir ve hatin berhevkirin. Kelûpelên kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî bo xizmên wan tên radestkirin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de li Diyarbekirê 7 avahî rûxiyan û 409 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 7 avahiyên rûxiyayî jî 4 avahî li Navçeya Navendî ya Diyarbekirê li Rezan bû ku Şaredariya Rezan jî kelûpelên ji bin avahiyên rûxiyayî hatine derxistin li şaredariyê berhev kiriye. Kelûpelên kesên jiyana xwe ji dest dane jî hatine parastin. Rayedarên Şaredariya Rezan didin zanîn ku wan 10 rojan de karîne van kelûpelan berhev bikin û di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de kesên tên kelûpelan bistînin ji xebatkarên şaredariyê distînin.

Cîgirê Serokê Şaredariya Rezan Ferît Tutşî ji K24ê re diyar kir: “Îro 40 kes hatin bo sitandina kelupelan. Dema dibînin xemgîn dibin û digirîn. Em jî li gel wan xemgîn dibin. Zehmet e. Yên zarokên xwe winda kirine hene, yên ku birayê xwe winda kirine hene.”

Di nava kelûpelên ji erdhejê mayîn de ji pirtûkan heta betaniyan, ji pêlîstokan heta wêneyan, ji pêlavan heta cil û bergan her cure kelupel hene û ji aliyê xebatkaran ve hem li gorî avahiyê û hem jî li gorî cureyan hatine dabeşkirin. Welatiyên bo standina kelupelên zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn jî bi dileke şewitî û bi zehmetî li kelupelek zarokên xwe digerin da ku wek bîranînekê ji xwe re hilînin.

Mexdûrê erdhejê Îrfan Bayancuk ji K24ê re diyar kir: “Di erdhejê de 2 kurên min û her wiha xwişka min jiyana xwe ji dest dan. Ez hatime vê derê ku kelûpelek ji wan mayî peyda bikim. Gelek zehmet e, dilsoj e, qet nebe bila bîranînek wan li gel min hebe da ku hedara min pê were.”

Kelûpelên ji bin avahiyên ruxiyayî hatine derxistin dê 20 rojan ji aliyê Şaredariya Rezan ve werin parastin û paşê jî yên mayîn dê bo Wezareta Malbatê werin radestkirin.