8ê Adarê li Diyarbekirê bi xemgînî hat pêşwazîkirin

Li Diyarbekirê sazî û rêxistinên jinan bi wesîleya 8ê Adarê daxuyanî dan û bal kêşandin ser zext û zorên ser jinan û herwiha di çalakiyên îsal de ji ber erdhejan mîtîng nehatin li dar xistin û şahî nehatin kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê sazî û rêxistinên jinan bi wesîleya 8ê Adarê daxuyanî dan û bal kêşandin ser zext û zorên ser jinan û herwiha di çalakiyên îsal de ji ber erdhejan mîtîng nehatin li dar xistin û şahî nehatin kirin.

Di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de li Bakurê Kurdistanê sazî û rêxistinên jinan civînên çapemeniyê li dar xistin û di daxuyaniyan de hat amajekirin ku li gel hemû bang û bergiriyan tund û tujiya dijî jinan bi dawî nabe.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê jî bi boneya 8ê Adarê li ber Dadgeha Diyarbekir daxuyaniyek da çapemeniyê û bal hate kêşan ku hîn jî gef li ser jiyana jinan heye, ji kar tên derxistin, rastî tundiyê tên, rastî zext û zorê tên û divê êdî di vî warî de jin bigihîjin jiyanek azadtir û aramtir. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji ber erdhejê bi xemgînî pêşwaziya 8ê adarê tê kirin.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê Gevriye Atli diyar kir: “Ji ber erdhejê bi dileke xemgîn em pêşwaziya 8ê adarê roja jinên kedkar a cîhanî dikin. Mixabin mexdûrên sereke yên erdhejê dîsa jin in. Barê jinên di herêma erdhejê de dijîn girantir buye. Jiyan ji bo jinan zehmet e. Ji ber wê yekê jî em wek rêxistinên jinan li deverên erdhej rû daye digerin û pêdiviyên sereke yên jinan belav dikin.”

Di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de çalakiyek jî ji aliyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê ve hat li dar xistin. Rayedarên PSKê li Diyarbekirê ji bo jinên kedkar diyarî belav kir û bang li jinên Kurd hat kirin ku xwedî li zimanê Kurdî jî derbikevin.

Cîgira Serokê Giştî yê PSKê Selva Baksî ji K24ê re ragihand: “Ez hêvî dikim ku 8ê Adarê bo jinên Kurd û Kurdistanî azadiyê bîne.”

Li gorî daneyên rêxistinên jinan di sala 2021an de li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê 280 jin hatine kuştin û di sala 2022yan de jî ev reqem zêde bûye û 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û bal tê kêşan ku cîbicîkirina yasayan ne di wê astê de ye ku pêşî li tundiya ser jinan bigire.