Xwendekar û mamoste bi cilûbergên Kurdî li xwe kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserî Kurdistanê ji bo vejandina cilûbergên Kurdî, her sal roja 10ê Adarê wekî “Roja Cilûbergên Neteweyî” tê pîrozkirin. Ji bo vê roja taybet jî, gelek kes cilûbergên Kurdî li xwe dikin.

Li Herêma Kurdistanê ji ber ku 10ê Adarê dikeve roja Înê û betlane ye, gelek xwendekar, mamoste û karmendên saziyên cuda ên Herêma Kurdistanê îro 9ê Adarê bi cilûbergên Kurdî çûn dibistan û ser karên xwe.

Cilûbergên Kurdî, cilûbergên neteweyî yên gelê Kurd û Kurdistanê ne. Ji Herêmekê bo herêmeke din tê guhartin, lê bi giştî ji bo jinan fîstan û kirasên dirêj ên rengîn in, ji bo mêran jî şelwer, şal û şapik in.

Cilûbergên Kurdî, di cejnên neteweyî yên weke Newrozê û yên din de jî gelekî tên lixwekirin.

Li Herêma Kurdistanê navê vê rojê, Roja Cilê Neteweyî ye, anku pêkhateyên din yên neteweyî jî di vê rojê de cilûbergên xwe yên neteweyî li xwe dikin.

Li dibistanênên Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cilê Neteweyî, salane merasîmên taybet tên sazkirin û mamoste û xwendekar cilûbergên Kurdî yên neteweyî li xwe dikin.

Cilûbergên Kurdî
Cilûbergên Kurdî
Cilûbergên Kurdî
Cilûbergên Kurdî
Cilûbergên Kurdî
Cilûbergên Kurdî
Cilûberg